Yaşama Uğraşı Fanzin: mem al
mem al etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
mem al etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

29 Temmuz 2022 Cuma

Mem Al / Nêrgiz

Temmuz 29, 2022 0
Mem Al / Nêrgiz

                                                                            

                                                                                  Bo Keçika Biçûk


Bêhna heriyê dihat ji porê wê

Baranek dibarî gelîyek şil dibû

Nêrgîzek hildîperîşî ber bi asoyekî keskesorî

Ji herdû çavên wê yên delalî

Dilopên xwînê diherikî

Ji lêvên wê yên nermokî

Bişirînek xwedayî dibriqî xwedayek ji nû ve diafrî..

14 Mart 2022 Pazartesi

Mem Al/ Vagonên Rizyayî

Mart 14, 2022 0
Mem Al/ Vagonên Rizyayî


Wextê jî wexta xwe şaş kirîye

Li pêy trênê ba dibe vagoneke kevn û rizyayî

Payiz e, pelek xatir dixwaze ji dara xwe

Berba dibe pel, li ba dibe pel

Çirûskên baranê rûyê gulîsorekê av dide

Li stasyoneke kevn jinikek xatir ji mêrikekî dixwaze


Mêrikekî Ciwan û lihevhatî

Li pêy trênê ba dibe dilê evîndarekî

Sar dibe her der berîya her tiştî dilê ciwanekî

Gotin tên jibîrkirin û peyv winda dibin

Axx li stasyonan çiqas zor e xatirxwestin

Dengê kemaneke kevn tê ji stasyonekê

Dengekî zîz û westiyayî

Li vî bajarê wendayî her tişt bi xatirxwestinekê ve dest pê dike


Berîya roj hilê di destpêkê de heyv xatir dixwaze

Piştre şev, piştre roj

Û her roj diherike dem, diguhere sal û zeman

Axx çiqas zor e li hinek bajaran xatirxwestin

Dîsa sibeh, dîsa li stasyoneke kevn, maç dike xortekî

nûgihîştî destê bavê xwe yê kal


Kalekî ji xatirxwestinan westiyayî û hinekî bê hal

Axx li stasyonan, çiqas di/bi-êş e xatirxwestin

Hêdî hêdî diçe herkes ji bajarekî ber bi bajarekî din

Kûçikekî birçî li pêy trêneke kevn dizûre

Dengê vagonên rizyayî û zûrandina kûçikekî

Li stasyoneke kevn li pêy bayê trênê belav dibe


Bajarek şa'irekî diterikîne

Ber bi şa'irekî din ve dilezîne

Ber bi bajarekî din ve dimilmilîne..